30'ê Îlona 1936'an : Nivîskar Sevgî Soysal ji dayik bû 2022-09-30 09:47:47     Sevgî ya ku dema Darbeya 12'yê adara 1971'ê pêk hat li TRT'ê bername çêdikir, ji ber romaneke ku derbarê zewacê de nivîsandibû hat darizandin û ji TRT'ê veqetiya. Wekî gelek ronakbîr û nivîskaran ew jî hat girtin. Sevî ji Londonê tedawiya penceşêra memikê dît lê jê pak nebû û piştî ku vegeriya Stenbolê bi rojekê di 22'yê mijdara 1976'an de jiyana xwe ji dest da.   Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de derketin pêş wiha ne:   1985: Hunermenda sînemayê Sîmone Sîgnoreta Israîlî ku li Elmanyayê di 25'ê Adara 1921'ê hat dinê îro jiyana xwe ji dest da .Sîmanoe, di nêzî 50 fîlman de rol girtiye û li gel lîstikvaniya xwe nivîskarî jî kiriye û di xelata Oscarê ya lîstikvana herî baş girtiye.   2007: Çaliya Bursayê di şewata ku li Ozsoy Grup tekstîlê derket de di 29'ê Kanûna 2005'an de 5 jinên kedkra jiyana xwe ji dest dan. Di doza derbarê bûyerê de hat vekirin de li xwediyê fabrîkayê 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn û ev ceza piştre veguherandin 182 hezar TL.  Rêxistinên jinan ji bo ku vê neheqiyê şermezar bikin di 30'ê Îlona 2007'an de li ber Postexaneya Galatasarayê biryar şermezar kirin.   2015: Komîsyona Jinan a Federasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK), di serdema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de bi armanca ku piştevaniyê bide jin û zarokên di bin êrîşê de "Tora Piştevaniyê" ava kir. Avakirina torê ji aliyê Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu  ve hat ragihandin.    2016: Qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, piştî ku Atolyeya Jinan a Hêvî girt, Muduriyeta Polîtîkayên Jinan jî fesih kir û Mudura Polîtîkayên Jinan Rana Şeker jî ji peywirê girt.  Piştî ku Atolyeya Jinan a Hêvî hat girtin bi rojekê li ser bertekên jinan ji nû de hat vekirin.   2019: Li bajarê Lagos ê Nîjeryayê di encama operasyona ku hat kirin de,19 jin û zarokên di encama tecawizê de ducanî man û 4 pitik hatin rizgarkirin.