27'ê Îlona 1871'ê: Nivîskar Grazia Deledda ji dayik bû 2022-09-27 10:54:37     Grazia Deledda ya di 27'ê îlonê de şopek li dû xwe hişt di 1871'ê de li Girava Sardinyayê ya Îtalyayê ji dayik bû. Grazia ya xwediyê gelek berheman e di 1926'an de ji bo Xelata Wêjeyê ya Nobelê berendam hat nîşandan. Di heman salê de bi merasîma hat li darxistin li Stockholmê xelat girt. Grazia ji ber nexweşiya pençeşêrê di 64 saliya xwe de di 1936'an de koça xwe ya dawî kir.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:   1974: Di TRT'ê de xwendina nûçeyan a spîkerên jin hat qedexekirin. Qedexeyê zêde dewam nekir. Bi zextên jinên spîker û raya giştî jinan dîsa dest bi pêşkêşkirina nûçeyan kirin.    2011: Dayikên Aştiyê yên Amed, Silopî, Sêrtê li Sêrtê li dijî gotina serokê wê serdemê Tayyip Erdogan a "Ew ê dayikên kurd niha laçikên xwe têxin ku derê?" bertek nîşan dan. Di 21'ê îlonê de êvarî li ber Dibistana Bilind a Pişeyî ya Polîsan êrişek li ser wesayeteke sîvîl hatibû kirin. Dayikên Aştiyê yên li Sêrtê piştî kesên êriş li wan hatibû kirin ziyaret kirin şûnde daxuyaniya çapemeniyê dan. Pankarta bi nivîsa "Laçikên me sembola aştiyê ne, em ê li her derê şer lê hebe raxin" hat vekirin.    2015: Pirtûka duyem piştî hevdîtina 'Çîrokeke Her Jinekê Heye Helbest û Çîrok' ya Navenda Jinê UTAMARA'yê li dar xist pirtûka duyem hat weşandin. Ji bo danasîna pirtûka duyem resepsiyon hat lidarxistin.     2016: Li Gundê Kuheylayê yê Girê Spî 8 jê zarok 15 welatî hatin kuştin.    2018: Li Bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi pêşengiya saziyên jinan li dijî Serokkomar Tayyip Erdogan mîtîng û meş hat lidarxistin.    2019: Li dijî ambargoya li ser Mexmûrê dayikên 27 roj bûn li ber nokteya asayişa KDP'ê çalakiya rûniştinê dikirin bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya xwe bi dawî kirin. Di 17'ê Tîrmehê de li Hewlêre ji ber êriş li dijî berpirsê MÎT'ê yê konsologa tirk dixebitî hat kirin şûnde ambargo li Mexmûrê hat pêk hat û dayikan li dijî vê ambargoyê nêzî mehekê çalakî li dar xistin.