22'yê Îlona 1692'yan: 7 jinên bi pîreboktiyê dihatin sûcdarkirin darve kirin 2022-09-22 09:09:46     Piştî darizandinên 1692'yan ên li Dadgeha Salem ya Pîrebokan, di 22'yê Îlona 1692'yan de 7 jinên ku bi pîreboktiyê dihatin sucdarkirin hatin darvekirin. Li Dadgehên Salemê di 15 mehan de ji 20 kesî zêdetir mirov hatin darizandin û 20 kes bi cezayê kutinê hat cezakirin.    Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de pêk hatin wiha ne:   2014: Di çarçoveya çalakiyên ji bo amadekariya Muzeya Roboskê de, li Amedê Pêşangeha bi navê, " Rûbirûbûn û Piştevaniyê" ya wêneyan hat vekirin.   2016: Jin li dijî qedexekirina pêşengê olî Ayetullah Alî Hamaney ê îranî ku siwarbûna bîsîkletê ya jinan qedexe kir li bîsîkletê siwar bûn û wêneyên xwe yên li bîsîkletê siwar li ser medya dijîtal parve kirin.   2016: Ji aliyê leşkerên hêza taybet a tirkiyeyê ve li jineke gerîlaya PKK'ê îşkence hatibû kirin û wêneyên wê li ser medya dijîtal hatibûn parvekirin. HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev kes endama wan Sema Amed e. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî derbarê bûyerê de serlêdana sûc kiribû.   2018: Li Swîsreyê bi deh hezaran jinan, bi daxwaza karê wekhev muçeyê wekhev meş li dar xistin.   2019: Li Îranê Seher Hudayarî a ku xwestibû biçe musabakya maçê temaşe bike hatibû girtin û cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Seher piştî vê bedena xwe dabû ber agir. Li ser vê jinan li stenbolê çalakiya bi dirûşma "Jin ji bo Hudayarî derdikevin qadê" li dar xistibûn.    2019: İran'da bir maç müsabakasını izlemeye giderken stat girişinde gözaltına alındıktan sonra hapis cezası verilmesi üzerine bedenini ateşe veren Seher Hudayari için "Kadınlar Sahaya Seher Hudayari İçin Çıkıyor" şiarıyla İstanbul’da kadınlar sahaya çıktı.    2019: Platforma ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Girtin, li Eywana Konferansê ya Baroya Êlihê, bi dirûşma, "73 ferman û têkoşîna jinên êzidî ya ji bo azadiyê" komxebat li dar xistin.