20'ê Îlona 2017'an: Li Zanîngeha Rojava Fakulteya Jinelojiyê 2022-09-20 10:14:41     Di sala 2016'an de li Zanîngeha Rojava Fakulteya Jineolojiyê hat vekirin. Piştî Şoreşa Rojava, ji bo pêşketina vîna jinan, dîtina pirsgirêkên jinan, wekheviya di navbera jin û mêran, di hêla zanyarî de pêş bikeve Fakulteya Jinelojiyê hat vekirin. Ji bo fakulteyê gelek meteryal hatin amadekirin. Di mufredattê de mijarên wekî “Deriyê Jineolojiyê", “Dîroka Jineolojiyê" û “Zanyariya Jiyana Hevpar" hatin bicihkirin.    1973: Li bajarê Milanoyê yê Îtalyayê CISA (Centre for Information on Sterilization and Abortion) ya ku mafê jinê yê kurtajê diparêze hat avakirin.    1883: Femînist, sendîkavana Belçîkayî senator Maria Gabriella Baers hat dinê. Tevlî sendîkaya karkerên dantel û lepikan bûn. Ji bo karkerên jin komele avakir. Di sala 1936'an de ji bo senetoya Belçîkayê hat bijartin û heta sala 1954'an di senetoyê de ma. 1945'an de cara yekem jinek sekreteriya senatoyê kir. Marîa bû seroka Komîsyona Tenduristiyê ya Parlamentoyê. Di sala 1959’an de jiyana xwe ji dest da.    2015: Jinên ku bi banga Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê berê xwe dan Cizîra Şirnexê. Jin bi tîşortên sipî û kordeleyên mor hatin navçeyê. Jinan çûn şîna malbatên ku xizmên xwe di qedexeyên derketina li kolanan de jiyana xwe ji dest dabûn.   2015: Nivîskara navdar Jackie Collins, di 77 saliya xwe de li Los Angelesê jiyana xwe ji dest da. Bi romana xwe ya evîndariyê dihat nasîn.    2015: Endamên Meclîsa Jinan a Kurd a Amarayê li Stockholmê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.    2015: Li taxa Şêxmeqsûd a Halepê Navenda Yekitiya Star hat vekirin. Gelek jin tevlî merasîma vekirinê bû.