17'ê Îlona 2020'î: Li Kobanê jin li dijî tundiyê meşiyan 2022-09-17 09:12:47   Li Kantona Kobanê di pêşengiya jinên ciwan de di 17'ê îlona 2020'î de li dijî tundiya li jinê meş hat lidarxistin û jinan bal kişand ser revandinê.   Li Kantona Kobanê ya rojvayê Kurdistanê li Herêma Firatê  Rêxistina Jinên Ciwan, li dijî tundiya li jinê meş pêk anîn. Di meşa ku ji Qda Jinan Azad hat destpêkirin û heta Qada Şehîd Egît berdewam kir de jinan bal kişandin ser tundiya li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirin a li jin û zarokan.   Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:   1849: Aktîvîsta ku bi têkoşîna xwe ya li dijî koledariyê navê xwe li dîrokê nivîsand Harrîet Tubman, bi xuşk û birayên xwe re reviya. Harîet di heman demê de ji bo jin mafê xwe yê bijartinê bi dest bixin jî têkoşîn da û ji ber van hewldanên xwe bi caran hat îşkencekirin.   1948: Antropolog yekem a jin a Emerîkî ku serokatiya Komeleya Antropolojiyê ya Emerîkayê jî kir Ruthî Fulton Benedîct îro jiyana xwe ji dest daye.   2020: Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya Kampanya xwe ya di 15'ê Îlonê de ya "Em xwe diparêzin" de berî bi salekê îro çalakiya xwe ya yekemîn li dar xist, jinan bi vê kampanyayê re li Îzmîr, Riha, Colemêrgê û gelke bajarên de bi rengên xwe û dirûşmên xwe li qadan hatin gel hev.