13'yê Îlona 1923'yan: 'Tanya' ya serhildana Sovyetê ji dayik bû 2022-09-13 10:35:40   Ji navên bi serhaldana xwe li dijî Naziyan bûye sembol û ji lehenga ciwan a Yekîtiya Sovyetan Zoya Kosmodemyanskaya di heman demê de partîzaneke şer dikir bû. Tevî îşkenceya leşkerên Naziyan wê tiştek ji devê xwe nefilitand û piştre hat îdamkirin. Piştî îdamê îşkence li cenazeyê Zoyayê hat kirin.    Di meha cotmehê ya 1941'ê de Zoya dema xwendekara dibistana amadekariyê bû ji bo beşa partîzan bû dildar. Di nava rêxistinê de navê Tanya ji bo wê hat dayin. Piştî perwerdeyeke kurt ew şandin Herêma Volokolamsk a Moskovayê. Di dema têkoşîna wê de Zoya ji alilyê leşkerên Elma ve dîl hat girtin û di 29'ê Mijdara 1941'ê de hat îdamkirin.    1994: Zagona li dijî Tundiya li ser Jinê li Emerîqayê hat qebûlkirin. Li gor zagonê dê ji bo kesên bi tecawiz, destdirêjî, zayendperestiyê rû bi rû dihatin hiştin fon bihata veqetandin.    2017: Di roja 100'emîn a "Şerê Mezin" ya ji bo rizgariya Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li dijî DAÎŞ'ê hat kirin de Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Parastinê yên Jin  (YPJ) yên pêşengiya vî şerî dikirin al li navenda Reqayê çikandin. Berê jî hêzên YPG/YPJ'ê ji aliyê rojhilat ve ber bi navendê ve al çikandibûn. Şervanan diyar kirin ku ew ê di demeke nêz de Reqayê rizgar bikin.    2017: Êriş li ser merasîma cenazeyê dayika Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, Hatun Tugluk hat kirin. Di êrişê de cenaze ji cihê hatibû definkirin hat derxistin û sewqî Dêrsimê hat kirin.