12'yê Îlona 1980'an: Li Tirkiyeyê darbe pêk hat 2022-09-12 09:56:31     Di ser darbeya bi xwîn a 12'yê Îlona 1980'yî ku li Tirkiyeyê pêk hat re 42 sal darbas bû. Li gel ku di ser darbeya leşkerî ya 12'yê Îlonê re demek dirêj derbas bû jî hîna şopên wê yên bi xwîn ên wekî darvekirin, di zindanan de bi îşkenceyê qetilkirin û binpêkirinên mafan wekî îro di hiş û bîra mirovan de zindî ne.   Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1590: Wêjevana Spanî Maria de Zayas Stomayor îro ji dayik bû. Gelek nivîskaran Marîa ya ku yek ji pêşenga femînîzma moderen a wêjevane wekî nivîskarekeke serkeftî ya serdema Barokê dîtin.   1894: Mirova Zanist Dorothy Maud Wrînch, îro ji dayik bû. Dorothy bi serkeftîbûna xwe  di warê kimyageriyê de tê naskirin.   1897: Irene Jolîot -Curîe, îro ji dayik bûye. Irene ji ber ku radyoaktîvîte keşkifkirin di sala 1935'an de bi hevjînê xwe re hêjayî Xelata Nobelê ya Kîmyayê hat dîtin.   1997: Nivîskara Kanadayî û aktîvîst a ku wekî Judîth Merrîl dihat zanîn Judîth Josephîne Grossman di 21'ê çileya 1923'yan de ji dayik bû. Judîth wekî îro berî bi 24 salan jiyana xwe ji dest da.