11'ê Îlona 1990'î: Şaredariya Bakirkoya ji bo jinan stargeh vekir 2022-09-11 11:19:54     Di 1987 an de Tevger Feminîst di 1987'an de bi Kampanyaya li dijî Lêdanê ku da destpêkirin berteke xwe ya li dijî şîdetê bi raya giştî re parve kir. Bandora vê kampanyayê heta 1989'an hilbijartinên xwecihî berdewam kir. Jinan ji namzedên şaredartiyê daxwaz kir ku ji bo jinan stargehan vekirin. Li ser daxwaza jinên feminîst, di meha Îlonê de li du navçeyan stargehên jinan ji aliyê şaredariyan ve hatin vekirin. Di vê çarçoveyê de di 11'ê Îlona 1990'î de li Bakirkoya Stenbolê û di 30'ê Îlona 1990'î de jî li Şîşliya Stenbolê stargeha jinan hat vekirin.   Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1847: Astronota amerîkî Mary Watson Whitney îro hat dinê. Di nav 22 salan de 102 nivîsên zanyarî nivîsand. Her wiha serokatiya Venêrgeha Vassarê kir û di 20'ê çileya 1921'an an de jiyana xwe ji dest da.    1987: Nivîskar û helbestvana Hîndistanî di 26'ê adara 1907’de hat dinê. Di wêjeya hinduyan de gelek keda wê heye. Mahadevi, 34 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da.    1990: Myrna Mack Chang ji hêla arteşa Guatemalayê ve hat kuştin.   Antropologa Guatemalayê Myrna Mack Chang, di 24'ê cotmeha 1949’an de hat dinê. Myrna her tim hikûmeta Guatemelayê ji ber îhlalkirina mafên mirovan rexne dikir, ji ber vê sedemê di sala 1990'an de ji hêla Arteşa Guatemalayê ve hat qetilkirin. Li ser qetilkirina wê re 31 sal derbas bû. Bi lêgerîna edaletê ya xizmên wê faîlên Myrna yê hatin girtin.   2020: Parêzvana mafên mirovan û parêzer Nasrin Sotoudeh ku li Girtîgeha Evînê girtî bû li dijî pêkutiyên li hemberî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Hewldan û berxwedana wê hêjayê xelatan hat dîtin. Nasrîn jî xelata xwe diyarî 4 girtiyên ku cezayê darvekirinê girtine, kir.