8'ê Îlona 2018'an: Rojnameger Suheyla Qadirî di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da 2022-09-08 09:21:03     8'ê Îlona 2018'an: Rojnameger Suheyla Qadirî di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da   4 sal beriya niha baregehên leşkerî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê -Îran (PDK-Î) û beregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li herêma Koyê ya Hewlêrê ji aliyê Îranê ve hatin bombebarankirin. Di encama baombebarana hat kirin de li gel Rojnamevan Suheyla Qadrî gelek kesî jiyana xwe ji dest da.   Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1979: Lîstîkvan û parêzvana mafên reşîkan Jean Seberg li Parîsê mirî hat dîtin. Jean bi aşkera piştgirî da Partiya Panterên Reş. Hat diyar kirin ku Jean di 30'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da ye lê cenazeyê wê di 8'ê îlonê de di nav maşîneya wê de hatiye dîtin. Heta îro jî derbarê mirina wê de agahiyeke zelal nîne.    2014: Hunermenda  Avusturyayî Maria Lassnig, îro hat dinê. Marîa bi teoriya "cudakariya bedenê" dihat nasîn û di sala 1988’an de Xelata Dewletê ya Avusturyayê girt. Cara yekem jinek xelateke wisa girt. Her wiha Marîa layîkê Dekarasyona Huner û Zanyarî ya Avusturyayê hat dîtin. Di 6'ê gulana 2014’an de jiyana xwe ji dest da.