30'ê Tebaxa 2015'an: Tabura leşkerî ya suryanî 'Jinên Bet Nahrînê' hat avakirin 2022-08-30 11:34:21     Jinên suryan li dijî êrişên DAIŞ'ê bi navê "Jinên Bet Nahrînê" tabura leşkerî avakirin. Tabur li Tirbespiyê di 30'ê tebaxa 2015'an de hat avakirin.    Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ji bo jinan li Tirbespiyê ji bo jinan Akademiya Leşkerî ya Rota organîze kir û perwerdeya leşkerî da jinan. Piştî perwerdê bi navê "Jinên Bet Nahrînê" tabura leşkerî ya jinan hat avakirin. Di merasîma îlankirina avakirina tabura leşkerî ya jinan de hat diyar kirin ku dê hemû beşên  civakî bên parastin.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1797: Nivîskar û keça parêzvana mafên jinan û femînist Mary Wollstonecraft Mary Wollstonecraft Godwin Shelley îro hat dinê. Mary xwedî li berhema Frankensteinê ye.    1995: Li gelek deverên cîhanê 30 hezar jin li Huairou ya Pekînê kom bûn. Jin pêşiya 4'emîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) li vir kom bûn. Konferans dê bi tevlîbûna 189 nûnerên hikûmetan pêk bihata. Jinên ku li Huairoyê kom bûn ji bo konferasê plansaziya pêşerojê kirin. Jinan ligel şert û mercên xirab ên hewayê û zextên hikûmetan gelek panel, komxebat û pêşengeh hatin lidarxistin. Bandora hewldana jinan piştî sala 1995'an bandorê li rojevên mafên mirovan ên jinan a NY'yê kir.     2013: Komek jin ên efgan, li dijî zext û zordariyan perwerdeya xwe temam kirin û tevlî Arteşa Efganîstanê bûn.    2013: Ji bo piştevaniy bi Rojavayê re, bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) li Rihayê bi dirûşma "Parastina Rojava parastina azadiya jinê ye" meşeke girseyî hat lidarxistin.