24'ê Tebaxa 2015'an: Ji bo aştiyê 718 jinan îmze da 2022-08-24 09:11:54   Rêxistinên jinan ên herêmê, ronakbîr, nivîskar û siyasetmedar bi dirûşma "Deng bide aştiyê" kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 718 jinan îmze dan kampanyayê. Encamnameya kampanyayê li Amedê hat aşkerakirin.    1932: Amelia Earhart, li seranserê Amerîkayê bê navber bi balafirê geriya.    1943: Fîlozofa fransî Simone Weil, di 3'yê sibata 1909’an de li Parîsê hat dinê. Di 12'ye saliya xwe de hinê zimanê kevnar a yûnanî bû. Di ciwantiya xwe de tevgerên karkeran nas kir û derbarê wan de nivîs nivîsand. Tevlî çalakiyên wan bû. Di sala 1931'an de dîplomaya mamostetiyê girt û li Dibistana Keçikan a Le Puyê wekî mamosteya felsefeyê dest bi kar kir. Ji ber rê û rêbazên wê yên mamostetiyê balê dikişand ser xwe û dixwestin Simone dev jî kar berde. Sîmone ji neçariyê li fabrîkayeke Parîsê de dest bi xebatê kir lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dev jî kar berda. Di sala 1936'an de şûnde vegeriya ser karê xwe lê wekî berê ne biheyecan bû. Heman salê di şere navxweyî ya Îspanyayê de tevlî eniya anarşîstan bû. Piştî ku birîndar bû vegeriya Fransayê. Li Fransayê bi olî re bêtir eleqedar bû. Ji bo wê teşhîsa tuberkulozê hat dayîn. Tişta ku ji bo tenduristiya wê hatî pêşniyarkirin Simone li dijî wan derket û tevlî çalakiyan dibû. Di 24'ê tebaxa 1943'an de ji ber nexweşiya dil jiyna xwe ji dest da.    2014: Şandeya ku ji Îdrîs Balûken, Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder pêk dihat ji bo bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk bînin çûn Qendîlê. Di 15'ê tebaxê de li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Derbarê çûyîna xwe ya li Qendîlê li Navenda Giştî ya partiya xwe HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin.    2015: Koordînasyan Kongreya Jinên Azad (KJA) a Wanê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi dirûşma "Em nahelin ku hûn şer bikin" bi tevlîbûna dayikên leşker û gerilayan panelek hat lidarxistin. Dayikan li vir banga yekitiyê ya li dijî şer kir.    2016: Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi dirûşma "Dayik dê rê nedin şer" li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn çalakiya xwe ya 43'yemîn a ji bo pratîzekirina Mutabakata Dolmabahçeyê çalakî li dar xistin.