22'yê Tebaxa 2015'an: Ji bo Ekîn Wan jin daketin qadan 2022-08-22 09:30:38   Kevser Elturk a bi nasnava Ekîn Wan, li Gimgima Muşê di 10’ê tebaxa 2015’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê ji aliyê leşkeran ve hat teşhîrkirin. Di 22'yê tebaxa 2015'an de, pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) li Qada Bagcilara Stenbolê bi dirûşma "Ekîn Wan rûmeta me ye" meş li dar xistin.    1876: 50 karkerên jin ên li feshane dixebitin di sala 1876'an de dest bi grevê kirin. Wek greva yekem a serbixwe ya jinan derbasî dîroka Osmaniyan bû.    2013: Kedkarên jin ên tenduristiyê avakirina Weqfa Piştevanî û Perwerdê ya Tendurisvanên Jin (KASAV) îlan kir. Weqfa jinan ji hêla 33 kedkarên tendurisiyê ve li Stenbolê hat vekirin.    2015: Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Enqerê avakirina îlan kir.    2016: Endamên Dayikên Aştiyê yên Amed, Mêrdîn, Riha çûn serdana malbata Dîlokê ya ku di dawetê de bi êrişa DAIŞ'ê ve rûbirû ma bûn. Li cihê ku bûyer qewimî qurnefîl hatin danîn.