2'yê Tebaxa 2016'an: 1'emîn Konferansa HPC-Jin hat lidarxistin 2022-08-02 12:35:01     1'emîn Konferansa HPC-Jin, bi tevlibûna 250 delegeyan li bajarokê Rîmelan ê Girikê Legê hat lidarxistin.  Di konferansê de mecliseke ji 45 kesî pêk dihat, koordînasyoneke ji 13 kesî, serok û alîgirên wan hatin hilbijarti    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1894: Li Hollandayê "Komeleya Mafê Dengdayîna Jinê" hat damerzrandin.   1919: Meclisên Eyaletên Montana û Nebraska yên DYA'yê guhertina xala qanûnê ya 19'emîn ku mafê dengdayîna jinê misoger dike erê kirin.   1988: Rêya Hewayî ya Îralndayê firîna xwe ya yekem ku ehmû murettebatên wê jin bûn di nabera Aer Lîngus, Dullîn Shannonê de pêk anî.   1988:  Romana Leyla Erbîl a bi navê  "Evînên Nameyê" hat weşandin.  Pirtuk ji nameyên heft ciwanan ku ji hev re nivîsîne pêk tê.   1998: Li Stenbolê bi banga Înîsiyatîfa Xweser jinên ku hatin gel hev ji bo Konca kurîş a ku wekî feminîsta îslamît dihat naskirin û li Mêrsîn ji ber mala xwe hat revand çalakî li dar xistin.  Konca piştî hat revandin bi 555'rojan cenazeyê wê yê îşkencekirî hat dîtin.    2005: Feminîst û endama PENa Kurd Roya Tolouî hat girtin. Damezrînera Komeleya Jinên Kurd ên li Kurdistanê Aştiyê Diparêzin û endama PENa Kurd Roya, di Nîsana 2005'an de li Dadgeha Şoreşê hat darizandin û bi îdaya ewlehiya netewyî dike xeterê hat sûcdarkirin. Roja ya di Cotmeha 205'an de bi kefaletê serbest hat berdan, piştî xepêşandanê li herêma rojhilat a Kurdistanê careke din hat giritn. Piştî ku serbest jî ma çû DYA'yê.   2019: Li Erebistana Siûdî, mêrekî diyar kir ku bêyî destûra vasî dikare destûrê bide jinan ku li dervê welêt seyahetê bikin.