26'ê Tîrmeha 2021'ê: Li Katoyê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê hat kirin 2022-07-26 10:53:29     Bi pêşengiya TJA'yê jin li Zozanên Mêrgên Sotî bi bêrîvanan re hatin gel hevdu. Jinan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin:"Wekî jin heta Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1952: Eva peron a Arjantînî ku parastina mafên kedkar û jinan dikir jiyana xwe ji dest da.   2001: Phoolan Devî ya Hindistanî ku wekî "Şahbanûya Çeteyan" jî dihat binavkirin, dema ku ji parlamentoyê diçû malê ji aliyê 3 êrîşkaran ve hat qetilkirin.    2013: Di 13'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê de Panela bi sernavê "Ji 38'an heta Sakîneyan azadiya jinê" hat lidarxisitn."   2014: Malbatên ku zarokên wan tevli PKK'ê bûn û ji bo pêvajoya diyalogê li Parka Anitê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bertek nîşanî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dan û gotin, "Ger ku Recep Tayyîp Erdogan bi rastî jî aştiyê dixwaze tiştê li vir dibêje bila li meclîsê jî bibêje."    2015: Ji Dayikên Şemiyê Rabîa Sagniç a bi salan ji bo eqûbeta xizmê xwe hîn bibe li ber Lîseya Galatasarayê nobet girt û di heman demê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê bû Rabîa Sagniç, di 26'ê Tîrmeha 2015'an de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.   2016: Hevserokên Giştî yên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Serokê Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) re nameyek şandin û xwestin ku bê li Îmraliyê serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bike û derbarê rewşa wî de rayagiştî agahdar bike.    2019: Tevgera Jinên Azad (TJA) plansaziya Kampanya xwe ya ku wê 5 mehan bidomînin a bi dirûşma "Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan" a Şirnexê bi raya giştî re parve kirin.    2020: Li paytexta Lubnanê Beyrûdê Weqfa Jinê hat vekirin.