24'ê Tîrmeha 2016'an: Nobeda Azadiyê dest pê kir 2022-07-24 10:52:43     Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) re giran bû şermezar bikin li Amedê "Nobeda Azadiyê hat destpêkirin."   Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) re giran bû şermezar bikin, di pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Koşuyolu "Nobeda Azadiyê" hat destpêkirin.  Li gel Hevseroka KCD'ê Leyla Guven gelek siyasetmedar û kesên din tevli çalakiyê bûn.   Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1941: Afife Jale ya ku şanogera yekemîn a misliman e di 1919'an de derket ser dikê. Afîfe Jale di 24'ê Tîrmeha 1941'ê jiyana xwe ji dest da.   1950: Cemiyeta Rojnamegeran roja rakirina sansurê 24'ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê îlan kir.   2007: Sebahat Tuncel a ku bi piştgiriya DTP'ê ji bû parlamenter, bi biryara dadgehê hat tehliyekirin û ji Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê derket. Sebahat piştî tahliyeyê bi govend û dîlanê ji girtîgeê hat girtin.   Sebahat Tuncel a endama Bîn Umutê li ber girtîgehê dema derket axivî û got, "Ez gelek bextewar im. Gelê me ji bo pêkanînan aştî  ûdemokrasiyê erkeke girîng da min. Heta ji destê min bê ez ê vê erka xwe baş bi cih bînim. Ez ji gelê me yê ku deng da min re gelek spas dikim."   2011: Hejmara yekem a Rojnameya Girtiyan ku nivîsên girtiyan tê de dihatin weşandin derket.   2014: Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken ji bo li Qendîlê hevdîtinê bikin çûn Hewlêrê. Sirri Sureya Onder û Leyla Zana yên ku bi Pervîn û Îdrîs re têkilî danîn jî hatin gel hev ji bo ku bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê bikin çûn Qandîlê.   2015: Hikûmeta AKP'ê pêvajoya aştiyê ku bi rêya waê dihat xwestin pirsa kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin bi dawî kir û muzakereyên ku di  vê çarçoveyê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re dihatin meşandin jî hatin rawestandin.