22 Tîrmeha 2019: Navenda Jiyanê ya Jinan a Zîlan hat vekirin 2022-07-22 09:08:47     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi merasîma ku ji aliyê Şaredariya Erdîşa Wanê ve hat lidarxistin Navenda Jiyanê ya Jinan Zîlan li ser rêya peravê vekir.  Di merasîma vekirinê de li gel parlamentera Wanê Muazzez Orhan,  Hevşaredarê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mustafa Avci, hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajarê Wanê gelek kes tevli merasîma vekirina saziyê bûn.   Navenda Jiyanê ya Jinan a Zîlan, piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin di Cotmeha 2019'an de hat girtin.   Di dîrokê de hin bûyerên din ên girîng ku îro qewimîne wiha ne:   1849: Helbestkara DYA’yî  û aktîvîst Emma Lazarus îro hat dinê. Di 1883’an de berhema  “The New Colossus” nivîsî. Emma di 19’ê Mijdara 1887’an de jiyana xwe ji dest da.   1881: Augusto Fox Bronner îro hat dinê. Psîkologa DYA’yî di qada psîkolojiya jinan de xebat meşand. Di 11’ê Kanûna 1966’an de jiyana xwe ji dest da.   2013: Parêzer û dadgera DYA’yî Sara Rosalîe Wahl di 27’ê Tebaxa 1924’an de hat dinê û yekem jinan tayînê Dadgeha Bilind a Mînnesota  bûye. Sara 8 sal berê îro jiyana xwe ji dest da.   2016: Di bin banê Şaredariya Artuklu ya Mêdînê de Mala Jinê ya Çîçek hat vekirin.    2020: Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ve li bajarê Suleymanî ya Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşek girseyî pêk hat.