27 Hezîrana 1869: Emma Goldman ji dayik bû 2022-06-27 09:04:53   Emma Goldman li Lîtvanyayê ji dayik bû. Ema di 14 saliya xwe de ji ber zilma li cuhiyan dihat kirin, bi malbata xwe re ji St. Petersburgê koçî Emerîkayê kiriye. Emma het ku jiyana xwe ji dest da jî bi nivîs û çalakiyên xwe tevli jiyana siyasî bûye.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1833:  Prudence Crandall//PRUDINS KRENDIL ya spî ji ber ku li dibistana vekir destûr da ku zarokên reşik jî perwerdê bibînin hat girtin.     1878: Şoreşgera Çînî, ya feminîst  Ho Hsîang-nîng ji dayik bû. Ho Hsîang-nîng di nava tevgera şoreşger de cih girtin û di navbera salên 1960-1972 bû Seroka Rûmetê ya hemû Federasyonên Jinan ên li Çînê.   2018: Tevgera Jinên Sûriyeyê, di kongreya ku ji aliyê Konseya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li Lubnanên hat lidarxisitn de hatin gel hev. Kongreya ku li otelekê hat lidarxisitn du rojan berdewam kir. Ji sûriyeyê 200 nûnerên jin tevli kongreyê bûn.   2018: Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) konferansa xwe ya 5'emîn ku du rojan berdewam kir li dar ixst. TJK -E'yê, di kanoferansê de diyar kir ku armanca têkoşîna wan a sereke bidawîkirina tecrîdê û têkbirina tundiya li ser jinê ye.