24'ê Hezîrana 1982'yan: Jinan li taxa Çînê dest bi grevê kir 2022-06-24 11:49:26     24'ê Hezîrana 1982’yan de li New York Chinatownê, 20 hezar penaberên jin ên ku di tekstîlê de dixebitin li dijî neqebûlkirina peymana bi senkayê re dest bi grevê kirin. Di grevê de mîtîgn û meşeke mezin hat lidarxistin. Gireva herî mezin di sala 1958’an de li New York ji hêla karkerên endustriya cil ve hatibû kirin, lê greva jinan a taxa Çînê jî wekî greva herî mezin di dîrokê de cih girt.    Bi 10 hezaran karkerên jin li Parka Columbusê civiyan, mîtîgek li dar xistin û peyama "Em yek in" dan. Piştî mîtîngê li taxa Çînê meşek hat lidarxistin. Piştî vê meşê gelek karsaz peymana sendîkayê qebûl kirin.  Piştî bi biryarbûna karkeren, di 15'ê tîrmeha 1982'yan de mîtîgek din hat lidaxistin û ji sedî 90 karsaz peyman îmze kir. Pişti mîtîngê çalakvan çûn serdana karsazan. Di nava 24 saetan de êdî hemû karsaz peymana sendîkayê îmze kirin. Di sala 1982'yan de jiyana penaberên jin ên Çînî guherî û her wiha nêzikatiya li hemberî xwe jî guherandin. Greva jinên Çînî hem ji bo jinan û hem jî ji bo têkoşîna karkeran bû mînakeke girîng.    Hin bûyerên din ên girîng wiha ne:    2014: Ji hêla Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve bi dirûşma “Jin ji bo azadiya xwe û azadiya Rêberê xwe di nav çalakiyan de ne" li navçeya Silopiya Şirnexê bi navê "Çareserî û azadî" mîtîngek li dar xist. Bi deh hezaran welatî daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.    2018: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27'emîn hilbijartina giştî de ji sedî 10 bendav derbas kir û 25 parlamenterên jin şand meclîsê. Serkeftina HDP'ê li bajarên herêmê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.