22'yê Hezîrana 2002'yan: Saziyên jinan dest bi kampanyayê kirin 2022-06-22 10:09:27   Jinan diyar kirin ku di Zagona Medenî ya hejmara 4721'ê de ku di 22'yê Mijdar 2001'ê de hat qebûlkirin û di 1'ê Çileya 2022'yan ket meriyetê jinên berî 2001'ê zewicîbin nikarin keda xwe bigirin. Loma jinan li ser vê yekê kampanyaya "Jin ji mêran û civakê deynê xwe dixwazin" dan destpêkirin.    Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro qewimîne wiha ne:   2013: Li dijî serbestberdana leşkerên ku li Çewlikê tecawizî zarokekî kirin û serbest hatin berdan, Meclîsa Jinan a Platforma KESK'ê ya Şaxa  Amedê ji Kolana Hunerê heta ber AZC plazaya Ofîsê meşiya û dawaza edaletê kirin.    2014: HDP'ê bi tevlibûna bi hezaran li Eywana Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya li Enqerê 2'yemîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Di hilbijartina ku hat kirin de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin hilbijartin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji kongereyê re peyameke şand. Peyam, ji aliyê Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan ve hat parvekirin. Guhdarvanan bi çepikan bersiv dan peyamê û li ser nigan li çepikan dan.   2016: Parlamenterên Parlamentoya Swîsereyê Claude Bêglê, Laurence Fehlmann Rîelle, Claudîa Frîedî, Sîbel Arslan û delegeya UNIA Hansuelî Scheîdegger û Endama Meclisa Şaredariya Baselê  Mustafa Atici ji bo bûyerên li bajarên gunda diqewimin lêkolîn bikin û agahiyan bigirin, di çarçoveya hevdîtina bi rêxisitnên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de serdana Kongreya Jinên Azad (KJA) kirin.    2018: FEMEN'ê piştgirî da kesên li Tirkiyeyê di bin zextan de rojnemgeriyê dikin.    2020: Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya Kampanyaya, "Têkoşîna jinê li her derê ye" li li Parka Ethem Sarisuluk a Enqereyê Kursiya Mor ava kir.