18'ê Hezîrana 1995'an: Di partiyên siyasî de ji bo jinan ji sedî 30 mafê kotayê 2022-06-18 09:07:55     Jinan di nav Partiya Sosyalîst a Yekgirtî (BSP) de ji bo ji sedî 30  kotaya jinê têkoşînek dan meşandin û bi ser ketin. Di 17 û 18'ê hezîrana 1995'an de 1'emîn Kongreya Giştî de, 30 jin di nav Lîjneya Rêveberiya Giştî ya ku ji 100 kesan pêk te de cih girt. Endamên BSP'ê yên jin ji bo delegeyan îqna bikin ketin nav hewldanan. Bi sernavê "Daxwaza me ji sedî 30 kota" belavok belavkirin. Di sala 1996'an de di bin banê BSP'ê de Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) hat avakirin. Destkeftiyên jinan di rêziknameya ODP'ê de cih girt.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   2015: Li eyaleta Hidalgo ya Meksîkayê xîmê "Bajarê Jinan" hat avêtin.    2016: Komîteya Siyasî ya Kongra Star bi daxwaza siyasetmedarên jin biryara hewldana hevpariyê dan.    2016: Di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de "Xeta Alo Şîdet" hat avakirin.