16'ê Hezîrana 2011'an: Roja Karkerên li Malê ya Cîhanê 2022-06-16 09:09:48     Di 100'emîn Konferansa Xebatê ya Navneteweyî de, bi pêjirandina "Peymana Kar a Karkerên li Malê" a C189 a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ve Roja Karkerên li Malê ya Cîhanê hat îlankirin. Piştî biryara qebûlkirina ILO C189'an Tora Karkên li Malê ya Navneteweyî bang li hemû hikûmetan kir ku IlO C189'ê îmze bikin. Hikûmetên Uruguay û Filîpinî di serî de îmze avêtin bin peymanê. Jixwe ji bo pratîzebûna peymanê îmzeya du welatan têr dikir. Bi îmzeyan êdî Peymana Kar a Karkerên li Malê ket meriyetê. Ji ber ku Tirkiyeyê îmze neavêt di bin peymanê, sererastkirinên qanûnî pêk neanî. Lê Sendîkaya Karkerên li Malê yên Îmecê her sal di 16'ê Hezîranê de bi minasebeta "Roja Karkerên li Malê" calakiyên cur bi cur li dar dixin.    1963: Valentina Tereshkova karkera fabrîkayê bû û di 16'ê hezîrana 1963'an de bi “Vostok 6” ve ber bi fezayê hat şandin. Di rêwitiyê de navê xwe kir "Chaika", gotinên wê yên dawiyê jî "Ey esman kumikê xwe derxe û silavekê bide min, waye ez têm" bû. Bi tevahî di 70 saet 50 deqîqeyan de Valentina 48 caran li dora cîhanê tûr avêt. Di 19'ê hezîranê de li Karagandaya Kazakistanê pêya dibe. Cara yekem kesek ev qas dem li fezayê ma.   2019: Rojnamegera kurd a Swêdê Dilşa Demîrbag-Sten xelata Mezin a Akademiya Kraliyeta Swêdê girt. Dilşa hewl dide ku zarokên ku ji ber bêderfetiyê nikarin perwerde bibin û nikarin xwe bighînin agahiyan li Weqfa Berättarministeriet ê dixebite.    2020: Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Têkoşîna Jinan li her derê ye" kampanyayek dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Stenbolê dest bi xebatan kirin û çûn serdana komele û saziyên jinan.