8’ê Hezîrana 2012'yan: Ji bo mafê kurtajê li 22 bajaran çalakiya rûniştinê 2022-06-08 10:15:39   Li dijî gotinên  qedexekirina kurtajê yên serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan, Platforma Jinan a Kurtaj Maf e Biryar ya Jinan e, li 22 bajaran 9 sal berê meş û çalakî li dar xistin.    1860: Matematîkvana îngîlîz Alîcîa Boole Stote îro li Îrlandayê hatiye dinê. Dema ku dijiya, tevî ku di tu pozîsyona akademîkde nebû jî, gelek piştgirî da qadê û li zanîngeha Gronîngen unvana doktoroya fahrî girt. Alîcîa terîma polîtop hilberand û di temenê biçûk de geometriya çar alî  fêr kiribû.   1903: Marguerîte Youncenar ya ku welatiya DYA’yê bû, li Bruksel a Belçîkayê îro hat dinê. Marguerîte ku nivîskarek Fransî bû, xelata Prîx Femîna û Erasmus girt. Yekem akademîsyena jina  Fransî hat hilbijartin û di 1980’ê de di akademiyê de yek ji 17 kesên di kursiya sêyem de rûniştîbû.   1929: Margaret Grace Bondfîel di 17’ê Adara 1873’an de hat dinê. Margaret aktîvîsta mafê jinan, siyasetmedar, sendîkavan û karkerek îngilîz bû. Margaret îro bû yekem wezîra jina kabînê. Her wiha di Konseya Giştî ya Kongreya Sendîkayan de bû yekm seroka jin. Margaret di navbera 1929-1931’ê de di  kabîneyê de peywir kir.