18'ê Nîsana 2019'an: Dîwarê li derdora şaredariyê hat hilweşandin 2022-04-18 09:20:39   Dîwarê ku di dema qeyûm de li dora Şaredariya Qosera Mêrdînê hatibû lêkirin, bi biryara Hevserokên Şaredariyê di 18'ê Nîsana 2019'an de  hat hilweşandin û demborê yekemîn jî Hevşaredara HDP'yî Nîlufer Elîk Yilmaz li dîwêr da.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:    1935: Jinên Cîhanê ji bo 12'emîn Kongreya Naventeweyî ya Jinan li Stenbolê kom bûn.  Yekitiya Jinan a Navneteweyî (International Alliance of Women / IAW) kongerya xwe ya 12'emîn, bi malovaniya Yekitiya Jinên Tirkiyeyê di 18-24'ê Nîsana 1935'an de li Stenbolê pêk anîn.    2019: Li navçeya Qoser a Mêrdînê, dîwarê ku bilindahiya wî 2 metre ji aliyê qeyûm ve li dora şaredariyê hatibû pêçan hat hilweşandin. Di dema hilweşandina dîwêr de Hevşaredara Qoserê ya HDP'yî Nîlufer Elîk Yilmaz û hin endamên Meclisa Şaredariyê jî amade bûn.  Hevşaredar Nîluher demborê yekemîn li dîwêr da û piştî Nîluferê endamên meclisa şardariyê û şêniyên Qoserê bi hev re dîwar bi temamî hilweşandin.