6'ê Adara 2004'an: Çalakiya 'Ne goristan, em stargehan dixwazin' 2022-03-06 10:37:37     6'ê Adara 2004'an: Çalakiya 'Ne goristan, em stargehan dixwazin'   Guldunya Toren bi tecawizê re rûbirû mabû û ducanî mabû. Guldunya bi biryara malbata xwe hat kuştin. Guldunya li Goristana Zincîrlikuyu ya Stenbolê bi tevbîbûna gelek jinan hat definkirin. Jinan li goristanê pankart û dowîzên  “Ne goristan, em stargehan dixwazin" vekirin.    1806: Elizabeth Barrett Browning di 6’ê adarê de li Kelloe ya Qiraliyeta Yekbûyî ya Emerîkayê hat dinê. Di pêvajoya Victoria de yek ji helbestvanên herî serkeftî bi nav û deng bûye. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide hevjînê wê Robert Browning kolesyonek a ji helbestên wê yên dawiyê pêk dihat weşand.    2016: Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzel di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin. Dayika wî Hanim Yavuzel îro çû cihê ku Mehmet hatî kuştin. Hanim hemû dîwarên jêrzemînê hembêz kir û got: "Dewlet îro di bin jêrzemînê de ma."    2020: Li ser dîwarên Ofîsa Yekîtiya Neteweyî ya Cenevreyê "Jin jiyan azadî" hat nivîsin.    2015: 4’emîn Meşa Jinên Cîhanê ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dest pê kir. Bi pêşengiya KJA'yê bernameyek baş ji bo meşê hat amadekirin û ji gelek welatên cîhanê hejmarek zêde jin tevlî meşê bûn.    2015: Li dijî tundî û komkujiya li se jinê yên her diçû zêde dibûn 222 jinên wêjevan bi daxuyaniya nivîskî dan zanîn zimanê baviksalarî yê li mal, kuçe, dibistan û li cihê kar belav bûye li cîhana wêjeyê jî belav bûye.    2021: Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 832'yemîn a ji bo li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirs bikin li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal li dar xistin. Di çalakiyê de bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li aqubeta 20 jinên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsîbûn.