3'yê Sibata 1821'ê: Bijîşk Elizabeht Blackwell hat dinê 2022-02-03 12:01:10   Elizabeht Balckwel li Brîstola Îngilistanê hat dinê. Di 11 saliya xwe de bi malbata xwe re berê xwe da Amerîkayê. Her tim dixwest bibe bijîşk. Ev salên borî ji bo wê tiştî têkoşînek hewce bû. Li malê perwerdeya xwe domand û heta ku di sala 1847'an li Koleja Tib a Geneva yê hat qebûlkirin.    Di sala 1849'an de ji dibistanê mezûn bû û kesek bawer nedikir ku jinek bibe bijîkek. Piştî mezûn bû li London û Parîsê xebitî û piştre berê xwe da New Yorkê û li vir klînîkek vekir. Di sala 1860'an de ji bo jinan dibistana tibê vekir. Di sala 1877'an de teqawit bû û berê xwe da Hastingse. Di 31'ê gulana 1910'an de li mala xwe jiyana xwe ji dest da.    2018: Li Efrînê Barîn Kobanê ya YPJ'yî ji hêla ceteyan ve bi hovan hat qetilkirin û bedena wê hat teşhirkirin. Piştî ku SOHR bûyer aşkera kir bûyer di rojeva Guardian û Reutersê de cih girt.    2019: Li bajarê Meksiko Cityê yê paytexta Meksikayê bi hezaran jinî li dijî hewildana destxistina ser a li metroyan çalakî li dar xistin û bang li hukumetê kir ku mudaxaleyê bike.