2'yê Sibata 2006'an: Vîyan Soran çalakiya xwe pêk anî 2022-02-02 10:09:52   Vîyan Soran di 1981'ê de li Bajarê Silêmanî yê Kurdistana Federe ji dayik dibe. Navê wê yê esil Leyla Wali Hasan e. Di 1997'an de beşdarî PKK'ê dibe. Viyanê di şeva 1'ê Sibatê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî komploya li dijî gelê kurd bedena xwe dide ber agir. Berî çalakiyê Viyanê bi nameya ku ji Abdullah Ocalan re dinivîse wiha dibêje:"Serokê min! Sedema çalakiya min neqebûlkirina komploya li ser te û gelê kurd e. Ev serhildana li dijî neheqiya dewletên desthilatdar a li ser gelê kurd dike ye. Em tenê kesek bimînin jî ez bawer im ku dê xeta te ya îdeolojîk û felsefeya te bi ser bikevin."   Hinek geşedanên din ên di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1977: Iris Rivera li Illînoîsa ya Emerîkayê li buroya hiqûqê weke sekreter dixebitî. Ji ber ku li dijî servîskirina qehwê derket ji kar hat derxistin. Li dijî vê yekê bi navê "Women Employet" komek ava kir û li dijî newekheviya kar li Şikagoyê çalakiyek li dar xistin. 50 jin di 2'yê sibatê de çûn nêzî buroya hiqûqê li vir derbarê çêkirina qehweyê de perwerde dan parêzeran. Iris doz qezenç kir û carek din vegeriya ser karê xwe.    2018: Ji qada sînemayê 124 jin li dijî destdirêjiyê manifestoyek weşandin û diyar kirin ku destdirêjiya zayendî pirsgirêka pergalê ye.    2018: Jinên li Îranê di meha kanûna 2017'an de li dijî desmalê çalakiya bi navê "Çarşema Spî" li dar xistibûn û 29 jin di vê çalakiyê de hatin girtin.    2019: Dozgerê ku ji bo aktivîsta mafê mirovan Esra El Gamhan a ji 2015'an ve li Erebîstana Siûdî girtiye, ceza xwestibû xwesteka xwe paşde kişand.    2020: Di hevdîtina Tevgera Jinên Azad (TJA) de Ayşe Gokkan weke berdevk hat hilbijartin.