27'ê Çileya 1944'an: Aktîvîsta aştiyê Mairead Corrigan hat dinê 2022-01-27 10:15:46     Aktîvîsta aştiyê ya Îrlandayî Maîread Corringan xwedî Xelata Nobelê, 77 sal beriya niha îro hat dinê. Mairead her tim ji bo aştiyê têkoşin da.     1964: Siyasetmedar Margaret Madeline Chase Smith, ji bo serokatiya Amerîkayê namzet hat nîşandan. Di dîroka Amerîkayê de cara yekem jinek ji bo serokatiyê namzet hat nîşandan.    1991: Nadîna Strosen, bû seroka Yekitiya Azadiya Sivîlan a Amerîkayê (ACLU).    1993: Li Fransayê bi qanûnê astengkirina kurtajê wek sûc hat nirxandin.    2011: Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk de doz hat vekirin û 70 sal ceza hat xwestin.    2016: Bi dirûşma "Bi jina azad re ber bi Sûriyeyeke Demokratîk" li Dirbêsîyê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa Yekitiya Star pêk hat.    2017: Li Fransayê li dijî zewicandina bi zorê ji bo jinan cih hat veqetandin û biryarek wisa hat girtin.