19'ê Çileya 2012'an: Dayikên Aştiyê dest bi greva birçîbûnê kirin 2022-01-19 11:04:37   Dayikên Aştiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê ji bo sê rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Piştî destpêkirina greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê hat destpêkirin birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê çû Îmraliyê, lê Abdullah Ocalan got, "pêvajoya hesas e" û derneketibû hevdîtinê.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1919: Bi derketina qanûna Elman - Weîmar re jinan bi awayê wekhev mafê perwerdebûnê, xebatê bi dest xistin û bûn xwedî muçeyekî wekhev.    1926: Pîlota Îtalî ya yekemîn a Formula 1'ê Marîa Tersa de Fîlîppîs ji dayik bû.   1940: Serokwezîra yekem a jin A Gravên Foroe û berdevka parlamentoyê ya yekemîn, siyasetmedara sosyalîst Marîta Petersen ji dayik bû. Gravên Faroe di orta Norveç û Îzlandayê de cih digirin.  Dewleteke xweser ku beşeke Qraliyeta Danîmarkayê ye, lê di warê parastina leşkerî, polîs, edalet, per û têkiliyên derve de girêdayî Danîmarkayê ye.   1943: Janis Joplin a wekî yek ji vokalîstên jin a herî bi bandor dihat qebûlkirin di 19'ê Çileya 1943'yan de ji dayik bû. Janis bû stêrka mîhrîcana Woodstock.   1966: Îndra Gandhî bû 1'emîn Serokwezra jin a Hindistanê.   1979: Antropologa Feminîst Margaret Mead xelata 'Serokatî û Azadiyê' girt. Margaret di 1901'ê de hat dinê û di 1978'an de jiyana xwe ji dest da.   2009: Cara yekê ji bo Rojnameya Gunluk pergala hevgerînendetiya weşanê hat destpêkirin.   2012: Dayikên Aştiyê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe li Amedê ji bo sê rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Piştî destpêkirina greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê hat destpêkirin birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê çû Îmraliyê, lê Abdullah Ocalan got, "pêvajoya hesas e" û derneketibû hevdîtinê.    2018: 'Trambusa Pembe' ya li Bursayê ket meriyetê bi berteka jinan dawiyê hat rakirin. Li gelek bajarî destdirêjî wekî hincet hat nîşandan û hat xwestin jin li dereveyî civakê bê hiştin û sepandina teqsiyên pembe hatibû rojevê.