13'yê Çileya 1993'yan: Li dijî tecawizê Feminîstan kampanya dan destpêkirin 2022-01-13 11:12:23     Jinên Feminîst li Stenbolê, diyar kirin tecawizkirina hêzên Sirbistanê li Bosna - Hersekê ya li jinên Misliman ne tesadufe ev tecawiz parçeyekî şer in û kampanya dan destpêkirin. Koma ku navê "Koma feminist a li dijî tecawizê" li xwe kir belavokeke û rojnameyeke dîwar amade kir. Her wiha komê di 8'ê Adara 1993'yan de li dijî tecawiza hat kirin stand vekir, li aliyekî belavok belav kirin û li aliyekî jî di çarçoveya kampanya îmzeyê ku dabû destpêkirin de îmze kom kirin.    Hinbûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1959: Parêzerên jin li dijî pirtûka Refik Erduran a “Kîloyek Namûs" doz vekirin.    2018: Li Federasyona Bakurê Suriyeyê li Herêma Cizîrê li bajarê Dêrikê 1'emîn Konferansa Jineolojiyê ya bi dirûşma "Jineolojî Rastiya Civakê bi Xwezaya Jinê Ronî Dike" li dar xist.    2018: Cara yekem jinên Erebistana Suudî musabakaya futbalê li stadyumê temaşe kirin.     2019: Komeleya Piştevaniya Jinê ya Bornovaya Îzmîrê hat vekirin.