6'ê Çileya 2014'an: Li Rojava 'Peymana Civakî' ket meriyetê 2022-01-06 09:18:53   Li rojavayê Kurdistanê Meclisa Damezrîner a ku ji bo qanûnên "Xweseriya Demokratîk" amade bike hat avakirin "Peymana Civakî" ku wekî qanûna bingehîn a meclisê bû îmze kir. Meclîsa Damezrîner diyar kir ku ev qanûn ji bo hemû kantonan derbas dar e û xelên wekî kotaya wekheviya jin û mêr jî di nav de cih girtin.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1412: Jeanne d Arîc a ku ji bo xweseriya Fransayê bi rengê mêran têkoşîn da îro ji dayik bûye. Jeanne d Arc a ku di serdema şerê 1337-1453'yan de yê navbera Igîlistan û Fransayê de ji dayik bû, piştî ku di 16 saliya xwe de ji malê reviya û ji ber ku jin bû nikaribû tevli şer bibe xwe kir rengê mêran. Jeanne piştî ku ji kral Charles ê 4'emîn destûr girt tevli şer bû. Jeanne d Arc, di 30'ê Gulana 1431'ê li ber çavên Gelê Rounendê, bi rêya şewatê hat qetilkrin.   1907: Ji aliyê bijîşka yekem a jin a ya Ewropayê  Marîa Montersorî ve dibistana yekem a zarokan Casa deî Bambînî hat vekirin.  Marî a ya ku di heman demê de aktîvîsteke mafên jinan diparast di slaa 1896'an de wekî delegeyek Îtalî tevli Kongeransa Navneteweyî ya Jinan bû. Marîa, di sala 1952'yan de li bajarokeke Hollanda ya li ber peravê jiyana xwe ji dest da.     1946: Jinên Vîyetnamî mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xistin.   2006:  Fermandara Zapatîtayan  a navdar Romana jiyana xwe ji dest da. Fermandar Romana dema ku Zapatîtayan, di 1'ê çileya 1994'an de xwestin welatê xwe Chîapasê rizgar bikin li enciya herî pêş cih girtiye. Ramona Ramona di nava rêxistinê de ji bo wekheviya zayendî jî têkoşîn daye. Ramona ji 7 fermandarên Rêxistina Zapatîsta ya Netweyî (EZLN) e û dema ku tevli Kongereya neteweyî ya gelên xwe cihî bûye jinan wê bi dirûşma "Em hemû Ramona ne" pêşwazî kirine.    2015: Jinên êzidî yên Şengalê ku di nava Yekîneyên Berxwedanê yên li dijî DAÎŞ'ê de cih girtin yên YBŞ'yî piştî civîna ku li dar xistin biryara ku cuda xwe rêxistin bikin dan.  Jinên kurd ên êzidî ku di bin sîwana YPJ-Şengal de hatin gel hev biryara ku jinên di fermana 2-3'yê Tebaxê de hatin revandin rizgar bikin dan.    2019: Li Fransayê bi sedan jinên êlek zer li Parîsê li Qada Bastîlê civiyan û zema ku li sotemeniyê hat kirin şermezar kirin û xwestin ku daxwazên jinan ên xweser jî bên bicihanîn.   2019: Li Bangladeşê kedkarên tekstîlê ku 70 kes ji wan jin bûn li heberî kêmbûna mehaneyê dest bi grevê kirin.