16'ê Kanûna 2018'an: Li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kir 2021-12-16 10:01:17     Di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û aktîvîsta TJA'yê Leyla Guven li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçibûnê hat destpêkirin. Li tevahiya girtîgehan jî di 16'ê kanûna 2018'an de greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir.    1977: Neteweyên Yekbûyî biryar da ku 8'ê Adarê wek Roja Jinên Cîhanê bê pêşwazîkirin.    2015: Hediye Şen (30) li taxa Cûdî ya Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina dervê de di encama gulebarandinê jiyana xwe ji dest da.    2015: Jinên Nisêbinê li dijî girtina Kongreya Jinên Azad (KJA) çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.    2016: Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran (CFWIJ), bi hevkariya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê li Stenbolê li ser "Ewlehiya Rojnamegerên Jin" panelek li dar xist.   2018: Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir.