15'ê Cotmeha 1880'an: Aktîvîst Marie Stopes hat dinê 2021-10-15 14:13:13       Parêzvana mafê jinan Marie Stopes li Edinburga Îskoçyayê di 15'ê cotmeha 1880’an de hat dinê. Di salên 1920'ê de li derbarê kontrolkirina welidînê de perwerde da û carayekem klînîkek vekir. Xebatên wê yên klînîkê, nivîs û gotarên wê ji hêla Dêra Katolîk hat şermezarkirin. Lê bi hewldana xwe nêzikatiya hişk a Dêra Îngilistanê guhert. 2'yê cotmeha 1958’an de jiyana xwe ji dest da.    Hin bûyerên ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:    2012: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pergala hevserokatiyê esas girt û di 15'ê Cotmeha 2012'an de hat avakirin.    2015: Bi tevlîbûna 150 delegeyan li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa Rêxistina Jinan a Yekîtiya Star hat lidarxistin.    2015: Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê lîstîka şanoyê ya bi navê "Îşa" ya ku berxwedana jinên Kobanê vedibêje li kolanê hat pêşandan. Derhêneriya lîstîkê  Fatih Badperva kir û ji hêla Koma Şanoyê ya Baranê ve hat lîstin.    2016: Navenda Piştewanî û Stargehên Jinan 19'emîn komxebata xwe bi tevlîbûna 21 saziyên jinan pêk hat û komxebat 3 rojan berdewam kir.    2016: Îro lîstîkvana şanoyê Alyssa Milano bi bangawaziya xwe ket rojeva cîhanê. Alyssa li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navnîşana “#Metoo” bang li jinên ku bi tacizê re rûbirû mayî kir û xwest çîrokên xwe li ser vê hesabê bînin ziman. Bangewaziya veguherî kampanyayê û bû rojeva cîhanê.   2016: 19'emîn Komxebata Piştevaniya Stargeha Jinan li Edeneyê bi tevlîbûna 21 komele û navendên piştevaniyê yên jinan ve pêk hat. Komxebat 3 rojan dom kir. Di komxebatê de jin pirsgirêkên xwe nîqaş kirin û plansaziya pêşerojê derxistin.    2017: Lîstîkvana şanoyê Alyssa Milano li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navnîşana “#Metoo” bang li jinên ku bi tacizê re rûbirû mayî kir û xwest çîrokên xwe li ser vê hesabê bînin ziman. Bangewaziya Alyssayê her çar aliyê Swedê dengveda û gelek jin beşdar bû. Bangewazî veguherî kampanyayê û bû rojeva cîhanê.    2017: Kovara Raperî hejmara xwe 14'emîn derxist. Kovar li Girtîgeha Şakranê ji hêla girtiyên jin ve tê amadekirin û 3 mehan carek tê derxistin. Di vê hejmarê de berxwedana Kobanê hat vegotin.    2019: Xebata Booker ya Wêjeyê îsal dan Bernardîne Evarîsto yê. Bernardîne cara yekem di sala 1969'an de xelat girtibû û di dîrokê de cara yekem jineke reşikî û Îngilîzî xelatek girt.    2019: Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga kirin û xwestin şer bê rawestandin.