12'ê Cotmeha 2019'an: Hêlîna 12 salî ji aliyê polîs ve hat qetilkirin 2021-10-12 11:50:41   Di 12'ê Cotmeha 2012'an de di dema ku qedexeyên derketina derve dewam dikir de Hêlîn Hasret Şen, dema diçe ji bo nan bigire ji aliyê derba ji wesayeta zirxî ya di teşeyê kobrayê de tê berdan tê qetilkirin.    Ji ber berdana derban zêde dewam kir ancax cenazeyê Hêlînê bi qansî saetekê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddin Eyubî ya Amedê. Piştî Hêlînê hat qetilkirin şûnde hîn tu lêpirsîn nehatibûn kirin û delîl nehatibûn komkirin lê belê Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de wiha gotibû:"Ji aliyê endamên rêxistinê ve êriş li polîsan hatiye kirin û di dema êrişê de zaroka 12 salî birîndar bûye û tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest daye."   Tevî dehan dozan polîs Abdullah Ercan ê Hêlînê qetil kir jî bi unîformaya xwe hat parastin. Piştî lêpirsînên derbarê qetilkirina Hêlînê de doza yekem nêzî 4 û nîv sal şûnde di 6'ê Sibata 2020'î de hat dîtin. Di 28'ê Îlona 2017'an de wekî ceza tenê cezayê "sekinandina qidemê ya 2 salan" dan bersûc.    Di rûniştina dawî ya di 24'ê Îlona 2020'î de hat dayin parêzerê polîs daxwaza sekinandina darazê kir. 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara sekinandina darizandinê da û ji bo destûra lêpirsînê biryar da ji walîtiyê nivîs bê nivîsandin. Walîtiya Amedê di 7'ê Nîsana 2021'ê de derbarê polîs de destûra lêpirsînê da. Ji bo darizandin bidome jî dadgehê hîn roja rûniştinê diyar nekiriye.   Hin bûyerên girîn ku dî dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1859: Nivîskar, siyasetmedar, dîplomat a ermenî Diana Abgar, îro ji dayik bû. Dianaya sefîra yekem a Japonyayê ya Komara Demokratîk a Ermenîstanê ye di heman demê de wekî diplomata jin a yekem a ermenî jî tê naskirin. Dianayê ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê di 8'ê Tîrmeha 1937'an de li bajarê Yokohamayê yê Japonyayê jiyana xwe ji dest da.    2009: Şahîn Ogut ê ku ji sûcê êrîşa zayendî 12 caran doz derbarê wî de hatine vekirin berî bi 14 salan ji sûcê ku tecawizî zaroka ji 15 salî bicûktir kir 20 sal ceza lê hat birîn. Gumanbarê ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dihat darizandin li gel ku 14 sal di ser bûyerê re derbas bûn cezakirina wê di encama têkoşîna jinan de pêk hat.   2015: Fatma Esen a ku di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li ser milên jinan hat oxirkirin. Jinan di merasîma cenaze de gotin, "AKP'ya aştî qetil kir wê hesap bide jinan."     2015: Li Rezana Amedê nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Berîtan Canozer di encama bombeya gazê ku ji aliyê polîsan ve hat avêtin ji serê xwe birîndar bû.    2016: Di çarçoveya Mîhrîcana Axtamarayê ya li Wanê pêk hat de fîlmê "Sara- Hep Kavgaydi Yaşamim (Jiyana min Her Şer bû)" hat pêşandan û ji aliyê temaşegeran ve eleqeyek mezin dît.   2017: Hevgerînendeya Giştî ya Weşana Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn bi 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.   2017: Jinên ku ji gelek bajaran gihîştin Enqereyê, "Qanûna Bextewariyê" li ber meclîsê şermezar kirin û gotin, "Em destûrê nadin pêşnûme di meclisê re bê derbaskirin."   2017: Rojnameger Dîlîşan Îbîş, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dêrazorê dema ku nûçeya sivîlên ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûn çêdikir hat qetilkirin.   2019: Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef, ji aliyê Artêşa Milî ya Sûriye ku girêdayî Tirkiyeyê ye û Ehrar El Şerqiye ve hat qetilkirin.    2019: Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên wan ji jinên cîhanê re name nivîsîn.