2'yê Cotmeha 2014'an: Jinan Pira Bogaziçiyê ji trafikê re girtin 2021-10-02 12:30:34   Endamên Însiyatîfa Jinê ya li dijî Şer li dijî tezkereya şer û êrişên DAÎŞ'ê pankarta "Piştgiriya ji bo tezkere û DAÎŞ'ê komkujiya jinê ye. Aştiyeke wiha nabe" vekirin û Pira Bogaziçiyê ji trafikê re girtin. Di çalakiyê de jinên dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin bi êrişên polîsan rû bi rû man. Polîsan 16 jinên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê.    Hinek geşedanên din ên girîng ên di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1909: Siyasetmedar, sendîkavan Frances Goitsemang Baard a ji Başûrê Efrîqayê ji dayik bû. Frances Goitsemang Baard  ji bo jinên Başûrê Efrîqayê têkoşîn kir.    1958: Parêzvana mafê jinan Marie Charlotte Carmichael Stopes di 15'ê Cotmeha 1880'ê de ji dayik bû. Di 1920'î de li ser kontrola zayinê perwerde da û di 1958'an de îro koça dawî kir.    2012: Zeynep Sekaanvand a di Sibat 2012'an de mêrê êrişa sîstematîk lê dikir kuşt ji aliyê Rejîma Îranê ve hat îdamkirin.    2015: Hevserokên Giştî yên HDP'ê Figen Yuksekdağ û Selahattin Demirtaş berî hilbijartinên 1'ê Mijdarê danezana hilbijartinê eşkere kirin. Di danezanê de hat xwestin Wezareta Jinê bê vekirin û 8'ê Adarê ji bo jinan wekî betlane bê îlankirin.