18'ê Îlona 2019: Jinên ji 23 welatan xwedî li sîstema hevserokatiyê derketin 2021-09-18 09:52:31   Li dijî tayinkirina qeyûman a li şaredariyên HDP'ê ji 23 welatan jinan peyamên piştevaniyê weşandin û xwedî li sîstema hevserokatiyê derketin.   Li dijî tayinkirina qeyûman a li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji 23 welatan 32 jinên siyasetmedar û aktivîst peyamên piştevaniyê weşandin û xwedî li sîstema hevserokatiyê derketin. Ji welatên mîna Vietnam, Arjantin, Kuba, Rûsyaya Spî, Îrlanda, Nepal, Filipin, Îspanya, Tanzanya, Elmanya, Yewnanistan, Meksika, Malili jinan danezana ji bo xwedîderketina sîstema "hevserokatiyê" îmze kirin.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:   1752: Matematîkvana Firansizî Marie Legendre îro ji dayik bû. Navê wê li têgehên mîna polînomên legendre, veguherîna legendre yên tên naskirin hat kirin. Marie di 9'ê Çileyê 1833'yan de koça dawî kir.    1912: Aktivîsta Şiliyî Maria de la Cruz Toledo îro ji dayik bû. Maria di nava têkoşîna ji bo bikaranîna mafê deng ê jinê cihê xwe girt. Maria wekî rojnameger, nivîskar, şîrovekareke siyasî jî tê zanîn. Maria yekem jin e ku di 1953'yan de ji bo Senatoya Şiliyê hat hilbijartin. Maria di 1'ê Îlona 1995'an de koça dawî kir.      1980: Katherine Anne Porter a Emerîqayî di 15'ê Gulana 1890'î de ji dayik bû. Katherine ya bi nasnameya xwe ya nivîskarî û aktivsitiyê jî dihat zanîn di 1962'yan de pirtûka bi navê "Keştiya Heynikan" nivîsand. Ev pirtûka wê li welêt bû pirtûka ku herî zêde hat firotin.    2015:Ji Delegasyona Jinê ya Navneteweyî ku tê de Bijîşk Shatha Besarani, parêzer Melanie Gingell û Margaret Owen ên parêzvanên mafên mirovan a Îngilistanê jî hebûn ji bo binpêkirina mafan li cihê wê lêkolîn bikin û raporê bigirin hatin Cizîra ku piştî îlana rêveberiya xweser qedexe lê hatibû îlankirin. Jinan li Kuçeya Nûrê lêkolîn kirin.