11'ê Îlona 1990'an: Myrna Mack Chang ji hêla arteşa Guatemalayê ve hat kuştin 2021-09-11 09:18:18   Antropologa Guatemalayê Myrna Mack Chang, di 24'ê cotmeha 1949’an de hat dinê. Myrna her tim hikûmeta Guatemelayê ji ber îhlalkirina mafên mirovan rexne dikir, ji ber vê sedemê di sala 1990'an de ji hêla Arteşa Guatemalayê ve hat qetilkirin. Li ser qetilkirina wê re 31 sal derbas bû. Bi lêgerîna edaletê ya xizmên wê faîlên Myrna yê hatin girtin.   1847: Astronota amerîkî Mary Watson Whitney îro hat dinê. Di nav 22 salan de 102 nivîsên zanyarî nivîsand. Her wiha serokatiya Venêrgeha Vassarê kir û di 20'ê çileya 1921'an an de jiyana xwe ji dest da.    1987: Nivîskar û helbestvana Hîndistanî di 26'ê adara 1907’de hat dinê. Di wêjeya hinduyan de gelek keda wê heye. Mahadevi, 34 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da.    1999: Çapxanevana Kubayî  Belkıs Ayon, li payteytê di 23'yê çilêya 1967’an de hat dinê. Bi taybetî xebatên wê li ser reş û spî bû. Belkis, di teknîka kolografiyê de zanyar bû. 22 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da. Ji bo Belkisê di sala 2018'an de di rojnameya New York Timesê îlana mirina wê hat weşandin.    2020: Parêzvana mafên mirovan û parêzer Nasrin Sotoudeh li Girtîgeha Evînê de girtî bû û li dijî pêkutiyên li hemberî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Derbarê hewldan û berxwedana wê de hêjayê xelatan hat dîtin. Nasrîn jî xelata xwe diyarî 4 girtiyên ku cezayê darvekirinê girtinê, kir.