9'ê Îlona 2001'an: Piştevaniya Jinan a ji bo Aştiyê hevdîtinek pêk anî 2021-09-09 09:11:52     Koma Piştevaniya Jinan a ji bo Aştiyê di sala 2001'an de hevdîdinek pêk anî û hevdîtin 3 rojan dom kir. Ji Amed, Êlih, Îzmît, Golcuk Enqere û Bergamayê jin tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de jinan bal kişandin ser girîngiya aştiyê. Jinan bi taybetî li ser rewşa jinên ku li herêmê dijîn rawestiyan.    1868: Nivîskara Amerîkî Mary Hunter Austin îro hat dinê. Bi berhemên xwe ya li ser xwezayê nivîsandî tê nasîn. Mary, di 13'ê tebaxa 1934’an de jiyana xwe ji dest da.    1927: Aborînas û civaknasa Rûsî Tatyana Zaslavskaya îro hat dinê. Tatyana li ser civaknasiya cotkariyê pirtûk nivîsand û di sala 1991'an heta 1992’yê endamtiya Komîteya Piştvaniya Şêwrê ya Serok Dewletê Rusyayê û her wiha endamtiya  Akademiya Zanyarî ya Rusyayê kir. Tatyana, di heman demê de damezrênera VCIOM’ê bû. Her wiha ji 1987’an heta 1992’yan rêvebertiya wê kir. Tatyana, di sala 2000'an de xelata Demidovê girt û her wiha Seroka Rûmetê ya Navenda Levadayê bû. Tatyana di 23'yê tebaxa 2013’yan de jiyana xwe ji dest da.    2013: Parêzvana mafê mirovan a xelkê Sri Lankayê Sunila Abeysekera, wek zanyar bi salan li ser mafê jinan rawestiya. 8 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da. Sunila, di sala 1984’an de Kollektîfa Medya û Jinê avakir. Wek seroka Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a INFORMR'ê, şerê navxweyî de binpêkirina mafên mirovan şopand. Sunila, di sala 1999'an de xelata Mafên Mirovan a Yekitiyê girt û di sala 2013’yan de jî layîqê Xelata Edalet û Aştiyê ya Başûrê Asyayê Didi Nirmala Shpandeyê hat dîtin.    2020: Kongreya Star a Kantona Kobanê 4’emîn konferansa xwe bi tevlîbûna 150 delegeyan bi dirûşma "Bi têkoşîna Zehra û Hevrînê li dijî dagirkeriyê derkevin û şoreşa jinê mayînde bikin' pêk anîn.