8'ê Îlona 2018'an: Rojnameger Suheyla Qadiri di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da 2021-09-08 09:51:34     3 sal beriya niha li hemberî baregehên leşkerî yên PDK Û HDK'ê rêjîma Îranê êrişek pêk anî. Di êrişê de ligel rojnameger Suheyla Qadiri gelek kes jiyana xwe ji dest da û bi dehan kesî jî jiyana xwe ji dest da.    1979: Lîstîkvan û parêzvana mafê reşîkan Jean Seberg li Parîsê mirî hat dîtin. Jean bi aşkera piştgirî da Partiya Panterên Reş. Hat diyar kirin ku Jean di 30'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da ye lê cenazeyê wê di 8'ê îlonê de di nav maşîneya wê de hatiye dîtin. Heta îro jî derbarê mirina wê de agahiyeke zelal nîne.    2014: Hunermenda  Avusturyayî Maria Lassnig, îro hat dinê. Marîa bi teoriya "cudakariya bedenê" dihat nasîn û di sala 1988’an de Xelata Dewletê ya Avusturyayê girt. Cara yekem jinek xelateke wisa girt. Her wiha Marîa layîkê Dekarasyona Huner û Zanyarî ya Avusturyayê hat dîtin. Di 6'ê gulana 2014’an de jiyana xwe ji dest da.