5 Îlona 1987'an: Dîdar şensoy a jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2021-09-05 12:13:36     Dîdar Şensoya ku li dijî îşkenceya li girtîgehan li ber meclisê dema di çalakiyê de bû polîsan êrîş kir û ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da di 5'ê Îlona 1987'an de hat definkirin.   Dîdar Şensoya a damezrînera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li dijî îşkenceya li girtîgehan li ber meclisê dema 1'ê Îlonê di çalakiyê de bû polîsan êrîş kir û ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da li Stenbolê di 5'ê Îlona 1987'an de bi girseyî hat definkirin.   Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1914: Arekoloka Amerîkî Hannah Wormington îro ji dayik bû. Hannah , di tevahiya jiyana xwe ya xebatê de li ser Paleo - Arkeolojiya Çermsoran nivîs nivîsandine.   1947: Li Maltayê jinan mafên bijartin û hilbijartinê bi dest xist. Di hilbijartinên yekem de du jin bûn namezed.   2015: Li ser banga Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê jinên ku hatin gel hev li 14 bajaran ji bo aştiyê li kolanan man û gotin, "Li dijî qirkirinê, em di nobeta aştiyê de ne, em diqîrin."