23'yê Tebaxa 2014'an: Piştevaniya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' 2021-08-23 11:13:36     Platforma Ji Ocalan re Azadî, bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî" kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Derbarê kampanyayê de îro li Stenbolê li Komeleya Jinan a Gokkuşagiyê bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) civînek hat lidarxistin. Di civînê de hat diyar kirin ku DOKH ji bo aştiyê bi dehan caran daxuyanî daye. Her wiha kampanyaya ku hatî destpêkirin dê îlonê de bê bi dawîkirin û di çarçoveya kampanyayê de “Bi roja xwe re li heman sifreyê ne" bernameyên cuda tên lidarxistin.    1990: Li gorî Qanûna Medenî ya 743'yan a ku di 4'ê cotmeha 1926’an de hatî derxistin jin beyî destûra hevjînê xwe nedikarî bixebite, jinên ku dixwastin bixebitin jî serî li dadgehê didan. Xebat li gorî biryara dadgehê bû. Di tebaxa 1990'an de femînistan li Stenbolê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 2 hezar û 500 îmze hatin komkirin. Îmzeyên ku hatin komkirin di 16'ê îlona 1990'an de şandin Dadgeha Makeqanûnê. Piştî nirxandina dadgehê di 29'ê cotmeha 1990'an de xala 159'emîn hat betalkirin.     2016: Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li dijî hemû zext û zordariyê kevneşopiya xwe ya çapemeniya azad domand û dest bi weşanê kir. Rojname bi surmanşeta "Li taxê zarok nehiştin", bal kişand ser êrişa DAIŞ'ê ya ku li Dîlokê pêk hatî. Rojname bi 12 rûpelan hat çapkirin.    2019: Emîne Bulut li Kirikkalê bi êrişa mêrê ku pêre zewicandî Fedaî Varan ve rûbirû ma. Dîmenê birîndariya Emînê di medyaya dijîtal de hat veşandin. Dîmena ku "Ez naxwazim bimirim" li tevahiya Tirkiyeyê deng veda. Jinan ji bo edalet pêk bê di 23'yê tebaxa 2019'an de daketin qadan. Çalakiyên girseyî li Enqere, Stenbol, Mersîn, Îzmîr û wekî li gelek bajaran bi dirûşma "Ez naxwazim bimirim" hatin lidarxistin.