21'ê Tebaxa 2018'an: Dengbêj Gazin jiyana xwe ji dest da 2021-08-21 11:13:16   Denbêj Gazin a bi navê Rukiye Kızıl (58) li gundê Unsuz ê Tetwana Bedlisê ji dayik bû. Gazin, hêj di biçûktiya xwe de dest bi gotina kilaman kiriye. Hêj 9 salî bû bi zora malbatê serê xwe girt û Gazin dema 12 salî bû malbatê dest bi amadekariya zewaca wê kir. Dema Gazin dixwast kilaman bêje dayika wê zext lê dikir. Gazin hêj 15 salî bû ji aliyê malbatê ve hat zewicandin û piştî zewicî li Wanê bi cih bû.    Gazin 30 salan dengbêjî kir û bi kilamên xwe êşên jinan anîn ziman. Erdheja Wanê û komkujiya Roboskê li ser Gazinê bi bandor bû, tenê êş û hestên xwe bi kilamên xwe dianî ziman. Ji bo wê êş bingeha dengbêjiyê bû. Dengbêj Gazin li welat û li derveyî welat gelek konser dan. Her xebat ji bo dengbêj Gazin dibû tecrûbeyek û Gazin jî dixwast tecrûbeyên xwe bi nifşên nû re parve bike û di sala 2014'an de li Wanê Mala Dengbêjan ava kir û ji bo dengbêjiyê rêya bi sedan jinên ciwan vekir.    Çend stranên dengbêj Gazinê ji hêla dewletê ve hatibûn qedexekirin û li ser astengî û qedexan jî wiha nêrînê xwe anîbûn ziman: "Ewil malbata min destûr nedida û niha jî dewlet destûrê nade ku ez li gundan dengbêjiyê bikim. Xeyala min a herî mezin bû ku ez gund bi gund, bajar bi bajar bigerim û ji bo jinan dengbêjiyê bikim. Her wiha klamên ku min li ser êşa Şengalê nivîsandin jî nikarim bistrêm. Xeyalek min a din jî qeyda dengê 200 û 300 dengbêjan bikim pirtûk bû. Hemû di dilê min de man..."    Dengbêj Gazin a ku mîrateyeke mezin li pêy xwe hişt û di 21'ê tebaxa 2018'an de koça dawî kir û çû ber dilovaniya xwe.    2013: Seroka Forûma Çepgir a Navneteweyî û Seroka koma Şaredariya Stockholmê ya Partiya Çepgîr Ann-Margarethe, Somaliyê rastî êrişa bi çek hat. Endamê Pardiya Çepgir ê 22 salî Abdîrahim Hassan jiyana xwe ji dest da û Ann-Margarethe birîndar bû.    2019: Jinan li Amedê li dijî tayînkiririna qeyûman daket qadan û gotin dê li kolanan bin û tu carî kolanan terk nakin.