6'ê Tebaxa 2016'an: Jinan xwestin dawî li qedexeya ajotina duçerxeyê bê 2021-08-06 12:24:16   Gelek jinên ji Rojhilatê Kurdistanê yên hatin gel hevdu 5 sal berê ango îro li dijî qedexeya ajotina duçerxeyê ji bo bertekên xwe nîşan bidin name ji rayedaran re şandin.    Di nameyê de hat xwestin dawî li astengkirina çalakiya jinan û qedexeya ajotina duçerxeyê bê anîn.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1903: Aktivîsta mafên sîvîl a Emerîqayî Virginia Foster Durr îro ji dayik bû. Virginia ya emrê wê bi têkoşîna li dijî binpêkirina mafan derbas bû di sala 2006'an de ket nava lîsteya Rûmetê ya Jinên Alabamayê. Virginiayê di 24'ê Sibata 1999'an de jiyana xwe ji dest da.    1917:Nivîskara Emerîqayî  Barbara Cooney îro ji dayik bû. Barbara ya ji gelek xebatên xwe xelat girt di heman demê de xelata pirtûkan a neteweyî girt. Pirtûkên wê bi 10 zimanan hatin wergerkirin.    2014: Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya DOKH û Meclîsa Jinê ya DBP'ê bi armanca protestokirina êrişên çeteyan ê li ser Rojava û ji bo piştevaniya bi jinên Fîlîstînî re meşeke girseyî hat lidarxistin.    2016: Bi dirûşma "Çareseriya li dijî her cure darbeyan demokrasiya radîkal e" li Qada Cumhuriyetê mîtîng hat lidarxistin û gelek jin beşdar bûn. Jinan li pêş cihên xwe girtin û bi tililiyên xwe reng dan mîtinga demokrasiyê. Jinan bi flamayên kesk, sor û zer dirûşmên "Bijî Serok Apo","Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe mezel","An aştî yan aştî" berz kirin.