26'ê Tîrmeha 2015: Dayika Şemiyê Rabîa Sagniç jiyana xwe ji dest da 2021-07-26 13:48:06     Ji Dayikên Şemiyê Rabîa Sagniç a bi salan ji bo eqûbeta xizmê xwe hîn bibe li ber Lîseya Galatasarayê nobet girt û di heman demê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê bû Rabîa Sagniç, di 26'ê Tîrmeha 2015'an de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.   Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1952: Eva peron a Arjantînî ku parastina mafên kedkar û jinan dikir jiyana xwe ji dest da.   2001: Phoolan Devî ya Hindistanî ku wekî "Şahbanûya Çeteyan" jî dihat binavkirin, dema ku ji parlamentoyê diçû malê ji aliyê 3 êrîşkaran ve hat qetilkirin.    2013: Di 13'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê de Panela bi sernavê "Ji 38'an heta Sakîneyan azadiya jinê" hat lidarxisitn."   2014: Malbatên ku zarokên wan tevli PKK'ê bûn û ji bo pêvajoya diyalogê li Parka Anitê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bertek nîşan Serkomar Recep Tayyîp Erdogan dan û gotin, "Ger ku Recep Tayyîp Erdogan bi rastî jî aştiyê dixwaze tişta li vir dibêje bila li meclisê jî bibêje."    2016: Hevserokên Giştî yên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Serokê Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) re nameyek şandin û xwestin ku bê li Îmraliyê serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bike û derbarê rewşa wî de rayagiştî agahdar bike.    2019: Tevgera Jinên Azad (TJA) plansaziya Kampanya xwe ya ku wê 5 mehan bidomînin a bi dirûşma "Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan" a Şirnexê bi raya giştî re parve kirin.    2020: Li payitextê Lubnanê Beyrûdê Weqfa Jinê hat vekirin.