25'ê Tîrmeha 2014: Çolpan Îlhan jiyana xwe ji dest da 2021-07-25 12:04:23     Hûnermenda sînema û şanoyê ya tirk Çolpan Îlhan  di 25'ê Tîrmehê de ji ber qeyrana dil ku derbas kir jiyana xwe ji dest da.   Çolpan Îlhan a ku di heman demê de perwerdeya şano û wênesaziyê dida  di 8'ê Tebaxa 1936'an de li Îzmîrê ji dayik bibû.   Çolpan li Îzmîrê piştî ku perwerdeya seretayî û navîn dît, li Balikesera ku Lîse lê dixwend dest bi şanoyê kiribû.    Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk haine wiha ne:   1990: Meşa bi dirûşma "Meşa ji bo jiyanek bi rûmet û azad" a parlamenterên Partiya Kedê ya Gel (HDP) ku ji Stenbolê dan destpêkirin li Amedê bi tevlibûna 10 hezaran veguherî mîtîngê.   2010: Li Bursayê piştî mîtînga MHP'ê komên nijadperest hewl dan kurdan lînç bikin.  Piştî êrîşê waliyê bajarê di daxuyaniya ku de got, "Kesên çalakî kirine yên ji welatê xwe hez dikin."   2014: Li Stenbolê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê û yên Israîl ên li hemberî Filistînê  li Stasyona Metroyê ya Aksarayê çalakiya rûniştinê li dar xistin û Hevldan Jinan a ji bo Aştiyê jî piştgirî da çalakiya Dayikên Aştiyê.    2015: Jinên sînemavan ku bi dirûşma "Em bibin nig û destên hev" derketin rê, hatin Amedê. Jinên sînemavan ji bo hevkariya jinan xurt bikin serdana KJA'yê kirin. Piştî serdana KJA'yê jî li Qada 5'ê Hezîranê daxuyanî dan.   2015: Yek ji 3 siyasetmedaraên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin ji bo  Fîdan Dogan li navçeya Elbistan a Gurgumê bi merasîmekê bîrdariya goristana wê hat vekirin. Jinan soz da Fîdanê û gotin, "Em ê têkoşîna te bidomînin."   2015: Hevserokên HDP, DBP û KCD'ê bi Heyeta muzakereyê ya Îmraliyê re ji bo pêşketinên siysasî hatin gel hev. Di nirxandinên ku hatin kirin de hat diyarkirin ku divê muzakereyên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabikin bên kirin.     2015: Bi dirûşma "Me bi hev re Kobanê parast û em ê bi hev re ava bikin" xeyala 31  ciwanên SGDF'î hat pêkanîn. Ciwanên SGDF'ê xwestibûn li ser sînorê Kobanê "Daristana Şehîdên Kobanê" ava bikin û ev xeyala wan ji aliyê HDP, DBP, SGDF û ESP'ê ve hat pêkanîn.    2016: Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ji bo ku hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ya ji 5 sal e bi parêzerên wî re hatiye qedexekirin bê pêkanîn bang li CPT'ê kirin û gotin, " Divê CPT li Îmraliyê lêkolîneke berfireh bike û agahiyên zelal bide Gelê Kurd."   2016: Buroya Hiqûqê ya Asrînê li dijî qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê ji bo ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li heman girtîgehê re hevdîtin bê kirin serî li Dadgeriya Cezayê Giran a Bursayê dan.   2020: Dayikên Şemiyê li gel êrîşên polîsan di çalakiya xwe ya hefteya 800'î de li Qada Glatasarayê qurnefîl danîn û eqûbeta xizmên xwe pirsîn.    2020: Fînala Kampanyaya Meclisa Jinan a HDP'ê ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" li Kugulu Parka Enqereyê hat kirin.