24'ê Tîrmeha 2007: Sebahat Tuncel piştî bû parlamenter ji girtîgehê derket 2021-07-24 11:27:44     Sebahat Tuncel a ku bi piştgiriya DTP'ê ji bû parlamenter, bi biryara dadgehê hat tehliyekirin û ji Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê derket. Sebahat piştî tahliyeyê bi govend û dîlanê ji girtîgeê hat girtin.   Sebahat Tuncel a endama Bîn Umutê li ber girtîgehê dema derket axivî û got, "Ez gelek bextewar im. Gelê me ji bo pêkanînan aştî  ûdemokrasiyê erkeke girîng da min. Heta ji destê min bê ez ê vê erka xwe baş bi cih bînim. Ez ji gelê me yê ku deng da min re gelek spas dikim."   Di dîrokê de îro hin bûyerên girîng ku derketine pêş wiha ne:   1941: Şanogera navdar a tirk Afîfe Jale li kadikoya Stenbolê ji dayik bû.  Afîfe şanogera yekem a jin a misliman e.   1950: Cemiyeta Rojnamegeran roja rakirina sansurê 24'ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê îlan kir.   2011: Hejmara yekem a Rojnameya Girtiyan ku nivîsên girtiyan tê de dihatin weşandin derket.   2014: Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken ji bo li Qendîlê hevdîtinê bikin çûn Hewlêrê. Sirri Sureya Onder û Leyla Zana yên ku bi Pervîn û Îdrîs re têkilî danîn jî hatin gel hev ji bo ku bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê bikin çûn Qandîlê.   2015: Hikûmeta AKP'ê pêvajoya aştiyê ku bi rêya waê dihat xwestin pirsa kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin bi dawî kir û muzakereyên ku di  vê çarçoveyê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re dihatin meşandin jî hatin rawestandin.    2016: Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku piştî pêvajoya OHAL'ê hat kurkirin şermezar bikin di pêşengiya DBP, HDP, KCD û STK'ayan de "Nobeta Azadiyê" hat destpêkirin.