15'ê Tîrmeha 2015: Şahida Komkujiya Dêrsimê Leyla Aglar koça dawî kir 2021-07-15 13:16:07     Zaroka pêşengê serhildana Dêrsimê Seyid Riza, Leyla Aglar a di 1918'an de ji dayik bû li Nexweşxaneya Dêrsimê ya demek dirêj lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Di dema komkujiya Dêrsimê de îşkenceyên mezin li Leyla Aglar hatibû kirin û 5 salan li axurê leşkerên suvarî hatibû hepiskirin.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   2014: Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê bi dirûşma "Bi pêşengiya Jinê bi Şoreşa Rojava ber bi Yekîtiya Neteweyî ve" 3'yemîn Hevdîtina jinê hat kirin. Di nava KCD'ê de komîsyona ji 23 jinan pêk tê hat avakirin. Her wiha di encamnameyê de bang hat kirin ku komkujiyên li Rojava bi dawî bibin.    2015: Ji bo balkişandina ser fuhuş, tundiya mêr di 17'ê Tîrmehê de Kongreya Jinên Azad (KJA), bi dirûşma "Jin jiyan e kuştina jinê kuştina mirovatiyê ye" li Qosera Mêrdînê komxebat li dar xist û encamnameya wê eşkere kir. Gelek biryarên girîng di encamnameyê de cihên xwe girtin.    2019: Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond xwar dest bi xebatan kir. Leylayê di xebata xwe ya ewil de ji bo binpêkirinên mafan ên girtiyên di greva birçîbûnê de bûn pê rû bi rû mane pêşniyazname da.