14'ê Tîrmeha 1982'yan: Serhildana dîrokî ya li Girtîgeha Amedê 2021-07-14 11:39:45   Li Tirkiyeyê di serdema darbeya 12'ê Îlonê de îşkenceyên mezin li girtiyên 5'emîn Girtîgeha Amedê hatin kirin. Girtiyan li dijî van îşkenceyan li berxwe dan û dengê xwe bi cîhanê dan bihîstin. Ji qadroyên PKK'ê Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yilmaz ên li dijî îşkence û binpêkirina mafan derketin bi bedena xwe nîşeyeke nayê jibîrkirin ji dîrokê re hiştin.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1861: Kate M. Gordon a mafê bikaranîna deng a jinan diparast îro ji dayik bû.    1862: Jeolog û perwerdekar Florence Bascom îro ji dayik bû.    2017: Profesora Matematîkê Meryem Mirzahani, di 12'ê Gulana 1977'an de ji dayik bû. Bi lêkolînên xwe yê di 2005'an de ji nava 10 mejiyên herî baş ên ciwan jê yek hat hilbijartin. Meryemê çar sal berê di 40 saliya xwe de ji ber pençeşêra memikan jiyana xwe ji dest da.    2015: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya xebatên avakirinê de li Kuçeya Eşrefiye ya Efrînê endamên "Komuna Şehîd Sema" bi merasîmekê vekirina navendên komîn kirin.    2016: Meclîsa Jinê ya Şengalê ji jinên cîhanê re metneke bi sernava "Banga Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qirkirina Jinên Êzidî" şand.    2018: Hejmara yekem a "Rojnameya Mehane ya Jinê ya Siyasî" di 14'ê Tîrmeha 1977'an de derket.