2'yê Tîrmeha 1993'yan: Komkujiya Sêwasê 33 kes hatin qetilkirin 2021-07-02 12:43:06     Di 2’yê Tîrmeha 199’an de di nav de nîvîskar, hunermend, helbestkar û rojnameger jî hene ji bo tevlî bernameyên Pîr Sultan Abdal bibin li Otela Madimak a Sêwasê rastî êrîşa koma nîjadperest hatin û bi 33 kesî re du xebatkarên otelê hatin qetilkirin û 51 kes jî birîndar xilas bûn.   1865: Nivîskar û siyasetmedara femînist Lily Braun îro li eyaleta Saksona Prusyayê hat dinê. Her wiha di rojnameya femînist Die Frauenbewegungê rojnamegerî kir. Dema rojnamegerî dikin bi tevgerên sosyalîzm û femînizmê re eleqedar dibû. Li Elmanyayê pêşenga tevgerên femînist tê qebûlkirin. Li gorî Lily divê jin xwedî li kesayetiya xwe be û wekî dayik û hevjîn neyê dîtin. Di 51 salî de di encama felcê de li Zehlendorfa Berlîna Elmanyayê di 8'ê tebaxa 1916’an de jiyana xwe ji dest ta.    1970: Sufrajet û aktîvista Awusturyayî Jessie Mary Grey, di 18'ê nîsana 1889’an de li Hindîstanê hat dinê. Jessie, li Îngilistanê ji bo mafê dengdayînê ya jinê ti nav têkoşînê de bû. 50 sal li dijî cudakariya di nava Awusturyayê ya di navbera xwecihî û biyaniyan de têkoşîn da. 'Jina Awusturalyayî ya ku bûye delegeya Neteweyên Yekbûyî. Jessie, xala "Divê li ser zayendiyê cudakarî neye kirin" di Peymana Neteweyên Yekbûyî de bi cih kir. Di sala 1967'an de ji bo dengdayîna xwecihên Awusturalyayî têkoşîn da û her wiha di avakirina Rêxistina Mafên Aborjînê de pêşengtî kir. Di şerê Yekitiya Komara Sosyalîst a Sowyetan (SSCB) de di hevdîtinên dîplomasiyê de cih girt û ji ber hewldana xwe ji hêla medyaya rastgir ve wekî "Jessie Sor" hat binavkir. Jessie, di 2'yê tîrmeha 1970'an de jiyana xwe ji dest da.    2018: Cenazeya Leyla Aydemîr a 4 salî li gundê Bezirganê ya Agiriyê hat dîtin. Li ser bûyerê re 3 sal derbas bû.