25'ê Hezirana 2015: DAÎŞ'ê li Kobanê komkujiî pêk anî 2021-06-25 13:10:29     Çeteyên DAYŞ'ê li Kobanê êrîşî sivîlan kır. Di êrîşa ku dı 25'ê Hezîrana 2015'an de pêk hat gelek jê jin û zarok 252 kes hatin qetilkirin.    Çeteyên DAÎŞ'ê ku ketin hundirê bajêr êrîşî gel kirin û komkujiyên mezin pêk anîn. Di komkujıyên ku pêk hatin de 3 jê ducanî 64 jin, 35 zarok bi giştî 252 kes hatin qetılkirin.   Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatin wiha ne:   1678: Feylosofa  Venedikî Elena Cornaro Pîscopîa bû jina yekem ku nîşaneya doktorayê girt.    2003: Rêxisitnên jinan ji bo rêvebera Bazkê Jinan a HDP'ê Gulbahar Gunduz a ji aliyê kesên ku wekî polîs xwe dan nasîn ve hat revandin, îşkence lê hat kir û êrîşa zayendî lê kirin, çalakî li dar xist û êrîşa li Gulbaharê hat kirin şermezar kirin.     2012: Di pêşengiya Meclisa Jinan a HDP'ê de Civîna Sosyalîst Enternasyonan a ku li Stenbolê pêk hat piştî 3 rojan bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî bû.   2014: Li navçeya Mêrdîn a Nisêbînê di pêşengiya Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) de bi dirûşma "Jin ji bo azadî  ûserokatiya xwe di çalakiyê de ne" mîtîng hat lidarxistin û bi hezaran kes tevli mîtîngê bû.   2016: Hilbijartina Koordînasyona Parzemînê ya Rojhilata Navîn ya Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) a Delegasyona Kurdistanê bi rêya telekonferansê pêk hat. Wekî delege Ayşe Gokkan, ji Rojava Hana Sîdo, Ji Herêma  Federal a Kurdistanê jî Roza Tatanî hat hilbijartin.    2020: Meclisa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya  Kampanya  bi dirûşma "Têkoşîna jinan li her derê ye" tundiya li ser jinê, êrîşên li hemberî zarokan û tayînkirina qeyûman şermezar kir.     2020: Zehra Berkel, Hebun Mele Xelîl û Emîne Muhemmed Weysî ku di êrîşa li ser Gundê Helînce yê Komanê jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmê hatin definkirin.   2020: Buroya Hiqûqê ya Asrînê, derbarê rewşa  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliê tê girtin û girtiyên din ên siyasî ku li heman girtîgehê tên girtin daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku du meh in wan ji muwekîlên xwe tu agahî negirtiye.