23'yê Hezîrana 2020: 3 siyasetmedarên kurd hatin qetilkirin 2021-06-23 14:04:33     Dê êrîşa Artêşa Tirk ku di 23'yê Hezîrana 2020'î de bi balefirên bêmirov (SÎHA) li hemberî Gundê Helînce yê Kobanê pêk anî de aktîvîstên jin bûn hedef. Di êrîşê de endamên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Fratê  Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî hatin qetilkirin.   Jinên ku hatin qetilkirin li Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmeke girseyî hatin definkirin.     Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:    Tevgara Demokratîk a Jinên Azad (DOKH) di çarçoveya kampanya "Ji Ocalan re azadî û bila qirkirin bi dawî bibe" bang li jinên kurd kir ku berxwedanê mezin bikin.    2014: Li Amedê Tevgea Jinan a Çandê di navbera 21-22'yê Hezîranê de, encamnameya 3'emîn Konferansa Çandê ya Jinan aşkere kir.   2015: Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxwaza Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe kampanya "Ji Ocalan re Azadî" dabû destpêkirin. KJA'yê derbarê kampanyayê de daxuyanî da.    2015: Nobeta ku ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatibû dest pêkirin di salvegera 3'emîn de xebatkarên çapemeniyê yên jin dewer girtin.    2015: Leyla Zana ya parlamentera DEP'ê piştî ku parlamenteriya wê hat histin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn careke din parlamenter hat hilbijartin û cara 3'yan çû meclisê.    2015: Di çarçoveya Kampanay "Ji Ocalan re azadî" ku ji aliyê KJA'yê ve hatibû destpêkirin de bi sedan jin ji navçeya Erxenî ya Amed ê ji bo azadiya Ocalan meşa bi meşale li dar xistin.    2016: Sîsê Bîngol a 77 salî ya ku di 6'ê Nîsanê de bi ser mala wê ya li Gimgima Mûşê de girtin. Di serdegirtinê de Sîsê Bîngol hat binçavkirin û piştî ku 3 mehan di girtîgehê de hiştin serbest hat berdan. Sîsê got, "Em êdî megirîn, li hundir jî çavê me li rê ye û li derve jî çavê me li rê ye."   2016: Jina Êzidî Nadîa Murad, a ku ji zilma DAÎŞ'ê reviya li Senatoya Emerîkayê tişta hat serê wê vegot .Nadîda got, "Ez êdî azad bûm lê dema ku difikirîm lesên ew neheqî li min kirin wê bê ceza bimînin tu wateya azadiyê ji bo min nedima."